SerekeSîyasî

Hewlêr: em hazirin bona h’elkirina pirsgirêkên li Şengalê t’evî Bexdayê hevk’arîyê bikin

Şêwirmendê sîyasîya der, yê serokê Herêma K’urdistanê Feleh Mistefa e’lam kirîye,wekî prosêsa daçêkirina Şengalê û paşdaveger’andina êzdîyaye li malên wan, r’ûê heyîna k’omên sîlih’kirîda paş dik’eve. T’eşkîleta amêrîkîye bi navê “Yazda” vîdêokonfêrans girêdayî salveger’a k’omkujîya êzdîyar’a, ya ji alîyê DAÎŞ-da mîyaserkirî, derbaz kirîye.T’evî wê konfêransê bûne gelek nevsên fermîye ji Îraqê, Herêma K’urdistanê, Avropayê û Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî. Feleh Mistefa wî çaxî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê. Dîplomatê k’urd usa jî h’ukumata Îraqê bona wê yekê r’exne kirîye, çimkî ewê borcdarîyên xwe neqedandîye. Çi ku derheqa cabdarîya h’ukumata Herêma K’urdistanêdane, ewî gotîye,wekî Hewlêr hazire çi ku destê wê bê bike. Feleh Mistefa berê e’wlin derheqa sazkirina mêxanîzma bêqezîyabûnêda daye dîyarkirinê. Paşê xebata Bexdayê û Hewlêrêye t’evayî gerekê bê koordînasîyakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button