H’emû nûçeSereke

H’idûdê li ser e’rdêyî t’evî T’irk’îyayê ji alîyê K’urdistana Îraqêda we’delû hatîye girtinê

Beşa h’idûde t’evî T’irk’îyayê, ya li Îbrahîm Xelîlê bi we’dê h’evtêkê wê girtî bimîne. Qirara wî cûr’eyî h’ukumata Herêma K’urdistanê qebûl kirîye.Çûyîn-hatina welatîyaye herdu alîya wê bê sînorkirinê, çimkî van r’oja li K’urdistana Îraqê nexweşîya koronavîrûsê zêde bûye. Nava e’lametîya belavkirîda hatîye gotinê,wekî r’ê wê t’enê bona avtomaşînên barbir vekirîbe.Xweykirina qanûnên bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê li K’urdistanê, hatine berk’kirinê. Danîna maska kirine tiştekî borcdarî, wextê ku meriv cîyên sergirtîdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button