H’emû nûçe

Kalîfornîyayê barbarîya hindava avayê mek’t’eba ermenî mîyaserkirî, gunek’ar kirîye

Serokê qeza Amêrîkayêye Kalîfornîyayê Gêvîn Nyûsom barbarîya hindava avayê mek’t’eba ermenîye li San Fransîskoyê gunek’ar kirîye. Derheqa wê yekêda serokê ştata Kalîfornîyayê mîkrobloga xweye T’wîttêrêda nivîsîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî cîyê kirinên wî cûr’eyî li Kalîfornîyayê t’unene. Li ser dîwarên mek’t’eba ermenîye li Kalîfornîyayê, gotinên bêhurmetkirinê hindava cime’ta ermenî û Ermenîstanê nivîsîne, lê li ser dîwarekî jî bi r’engên ala Adirbêcanê r’eng kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button