H’emû nûçe

Lêxistina stansîya atomîyê usa hêsa nîne, e’zmanê Ermenîstanê p’arastîye:Papîkyan

Wek’îlê Ermenîstanêyî li ajansa navnet’ewîye ênêrcîya atomî Armên Papîkyan gotîye r’ojne’ma “Energy Intelligence”-ê wekî bona ji êrîşa p’arastina stansîya Ermenîstanêye atomî, sîstêmên anegor hene.Wextê p’evçûyînên li ser sînorên ermenîya-azêrîaye meha tîrmehê, k’atibê pirêssayê, yê wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê Vagîf Dargyahlî gef xweribû,wekî wê derbê bighînine stansîya Ermenîstanêye atomî. “Ji alîyê bêqezîyabûnêda h’emû tişt nîne, ku em bikaribin eşkere bêjin. Feqet em dikarin r’ih’etbin, çimkî lêxtstina stansîya atomî awqasî jî hêsa nîne, çimkî ew bin sîstêma p’arastina hewêye we’dê nihadaye. Ew sîstêma p’arastinêye p’ir’cûr’eye, dik’evine nava k’îjanê karebûnên Ermenîstanê û R’ûsîyayê. E’zmanê Ermenîstanê t’evî sîstêmên R’ûsîyayê, anegorî peymana navnet’ewî, tê p’arastinê”,-Papîkyan gotîye. Bi gotina wî, bêqezîyabûna stansîya atomî her dem bona h’ukumata Ermenîstanê pirsa girîng bûye, çimkî berê e’wlin ew yek dikare h’ukumî li ser bêqezîyabûna cime’ta Ermenîstanê bike. Çawa caba wê pirsê, ku ew dikare bîne ber ç’e’vê xwe, ku heger bi r’astî derb bê gîhandinê, wê çawa bibe, Papîkyan gotîye,wekî dikarin encamên stansîya Çêrnobîlêye atomî bînin bîra xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button