H’emû nûçeSereke

Mazlûm K’obanî de’wa “serbixwebûnê” bona Şengalê kirîye

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mazlûm E’bdî de’wa xweserk’arîkirina otonom, bona Şengalê kirîye. Me’zlûm E’bdî ev e’lametî girêdayî salaveger’a k’omkujîya êzdîyaye li Şengalê kirîye. “Em qedirê bîranîna bi h’ezara meriva digrin, yên ku li Şengalê hatine qet’ilkirinê û jîyana xwe ji dest dan.Em de’wa gunek’arkirina heq dikin”,-nava e’lametîya Mazlûm K’obanîda hatîye gotinê, ya ku li ser r’ûp’elê wîyî T’wîttêrêda hatîye r’aberkirinê.Gênêral usa jî daye dîyarkirinê, wekî ger’a merivên bêser-berat’e undabûyî berdewam dibe û bang kirîye, ku Şengal derbazî xweserk’arîkirinê bibe bona ku tiştên wî cûr’eyî careke mayîn newek’ilin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button