SerekeSîyasî

Teyarên T’irk’îyayêye leşkerî neh’îyên ç’îyaye li K’urdistanê, Şarbajêr’, li provînsîya Silêmanîyê, bombebaran kirine

Wek’îlê ji neh’îya Mawat’ê gotîye BasNews-ê, wekî bombebarandinên mîyaserkirî li r’ex gundê Galalayê bûne. Derheqa zyana merivada înformasîyon t’unene, lê r’ûê bombebarandinada agir dor-bera k’etîye û zyana matêrîyalî gihîşîye dor- bera. T’irk’îyayê opêrasîyonên leşkerîye dijî PKK-ê li k’ûraya axa Herêma K’urdistanê aktîv kirine. Nava van çend h’evtîyên dawîda, li neh’îyên K’urdistanêye li r’ex sînor h’etanî niha neh binelîyên e’dil hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button