SerekeSîyasî

Prosêsa e’rebîzasîyakirina K’irkûkê berdewam dibe

Ce’dandinên bona e’rebîzasîyakirina neh’îyên k’urdaye ku ne bin serk’arîkirina K’urdistanêdanin, berdewam dibin û nava 15 salada k’urd dicêr’bînin wê pirsgirêkê h’elkin, ya ku wan neh’îyava girêdaîye û anegorî xala konstîtûsîyayêye 14O-ye, lê Îraq mînanî berê t’u gava navêje. Seroka komîsîya parlamênta K’urdistanêye neh’îyên hevr’aqayîlnekirî, Çîvan R’ojbêyanîyê e’lam krîye,wekî wê pirsê gerekê anegorî xala konstîtûsîya Îraqêye 14O-î bê h’elkirinê. “E’rebên ku li neh’îyên k’urda cîwar kirine, gerekê anegorî konstîtûsîya Îraqê paşda veger’ine li provînsîyayên xwe. P’ir’anîya wana ji wir çûbûn û niha dîsa dixwezin paşda bên li wan cîya”,-R’ojbêyanîyê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî k’urd gerekê paşda veger’ine neh’îyên xwe û peyî wê yekêr’a gerekê h’esabkirinên cime’tê derbazbe û r’êfêrêndûm bê derbazkirinê. Bexda h’esab dike, ku derbazkirina r’êfêrêndûmê problême û naxweze ku r’êfêrêndûm derbazbe, çimkî heger r’êfêrêndûm derbazbe, ew neh’yî wê bixwezin bighîjine K’urdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button