SerekeSîyasî

Li Dêyr Zorê h’evt ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine girtinê

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, li Dêyr Zorê h’evt meriv girtine, yên ku êrîş birine li ser postên kontrolkirinêye li gundên Dêyr Zorê. Opêrasîyon berbangê seh’eta çara hatîye mîyaserkirinê. Nava encamên opêrasîyonêda h’evt ç’ekdar hatine girtinê. Bi gotina fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk, opêrasîyona paqijkirina ji ç’ekdarên DAÎŞ-ê, wê h’etanî t’unekirina wana berdewambe.Li gundê Dêyr Zorê k’omên sîlih’kirî cêr’ibandine h’alê sert bidine xebatê û t’evlîhevbûnê li wandera çêkin.Bi gotina fermandara paşê wê bi hûrgilî derheqa wê yekêda nava pirêssayêda belavbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button