SerekeSîyasî

Hêzên îraqî ç’ekdarê Al Qaydayê girtine, yê ku sala 2OO8-a 15O meriv kuştine

Piştî 12 sala wextê ku kirina têr’orîstî hatibû mîyaserkirinê, wextê k’îjanê ji 15O-î merivî zêdetir hatibûne kuştinê, endamê Al Qaydayê ji alîyê hêzên îraqîda hatîye girtinê.K’atibê pirêssayê, yê polîsîya Dîyalê Nîhad Meh’med e’lamî “BasNews”-ê kirîye, wekî navê vî merivîyî kod E’bû Xat’abe.Ew ji alîyê ce’sûsîya Îraqêda wî çaxî hatîye girtinê,wextê ku ew ji Dîyalê hatîye Bexdayê.E’bû Xat’ab bona wê yekê cabdare, wextê ku sala 2OO8-a ewî avtomobîla mînkirî li Dîyalê t’eqandîye, nava encamên k’îjanêda ji 15O-î zêdetir binelîyên e’dil hatine kuştinê. Anegorî me’lûmetîyên ne îzbatkirî, ev meriv çend sala li Mandalîyê û li gundên dor-berên wê neh’îye xwe veşartîye, li k’îderê ew t’eşkîldarîyên Al Qaydayêva mijûl bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button