SerekeSîyasî

Piştgirê AKP-ê êrîş birîye li ser avahiyê HDP-ye li Stembolê

Avahyê partîya Dêmokrasîya Gelaye li Stembolê şeva derbazbûyî hatîye êrîşkirinê.Girêdayî wê êrîşêr’a, merivek hatîye girtinê. Ewî gotîye,wekî ew piştgirîya HDP-ê nake. Giva ew xwestîye bibe nedamê AKP-ê, lê ew qebûl nekirine. Bi gotina wî, ewî avahiyê HDP-ê dîtîye û kevir avîtîye p’encerên avayî, şikênandine. Ji alîyê Partîya Dêmokrasîya Gelada hatîye e’lamkirinê,wekî seh’eta çara berbangê faşîstek êrîş birîye ser avayî. Hatîye gotinê, wekî pêşda jî êrîşên wî cûr’eyî hebûne û meremê wan ew e, ku wana bitirsînin. “Partîya me bona dêmokratîyayê û aşîtîya sosîyalî pêşda tê û em t’u cara t’eslîmî van provokasîya nabin û emê nebin. T’u kes wê me netirsîne”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button