H’emû nûçe

T’irk’îyayê ne t’enê dîroka xwe, lê usa jî dîroka cînara fe’ş kir: R’ûbên Safrastyan

Peymana Sêvrê ew dokûmênta navnet’ewîye, ya ku dîroka cime’ta ermenîva girêdayîye û ew gerekê bi k’ûrayî bê lêk’olînkirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna ulmîye p’êşk’êşî sedsalîya peymana Sêvrê, serokê înstîtûta Ermenîstanêye r’ohilatzanîyê R’ûbên Safrastyanê t’irkzan gotîye. “Ezê nêzîkbûnên alîyê t’irka hindava peymana Sêvrê lêk’olînkim. Ev pirs girînge û hindik hatîye lêk’olînkirinê. Li vir du nêzîkbûnên t’irka hene. Ew nêzîkbûn ya ku ser k’et, nêzîkbûna k’emalîsta bû û dîrok fe’ş kir. Dîroknivîsên k’emalîstîye fermî ne t’enê dîroka cime’tên cînar, ya cime’ta me, usa jî ya T’irk’îyayê fe’ş kir. Şuxulk’arîya t’irkaye alîyê mayîn çawa xayîntî hate qîmetkirinê. Ew h’emû şuxulk’arên ku îmzekirina peymana Sêvrêva girêdayîbûn û çawa wek’îlên împêratorîya osmanî bûn, çawa xayîn hatine qîmetkirinê û cezayê kuştinê stendin. Bêguman, ew yek ne anegorî r’astîyêye”,- R’ûbên Safrastyan got. Bi zelalkirinêva t’irkzan daye dîyarkirinê, wekî wextê ku nêzîkîbûnên alîyên t’irka lêk’olîn dikin, wî çaxî tê fe’mkirinê, wekî h’ukumata sult’anîyê û şuxulk’arên dora wê ne ku bona cime’ta t’irk xayîn bûn, lê dicêr’ibandin r’êke başqe bibînin, dicêr’ibandin r’ola T’irk’îyayê bi cûr’ekî nû r’aber bikirana. Bi gotina wî ew gerekê ne ku bibûya împêratorî, lê çawa dewlet, ya nava sînorên xweye miletîyêda û bi heleqetîyên t’evî welatên cînar. R’ûbên Safrastyan gotîye,wekî ew bû heyîna h’emû tiştî, ya ku hate fe’şkirinê û ew meriv çawa xayîn r’aber kirin. “Tiştekî girîng. Li vir h’eja t’irkên cahil heye, ew nêzîkbûn paşe, anegorî k’îjanê tê lênihêr’andinê,wekî t’enê partîya t’irkên cahile li wir. Dawîya êtapa împêratorîya osmanî nava wê h’ejêda êk’strêmîstên here miletçî hebûn. H’eja k’emalîsta, h’eja t’irkên cahil bû û em gerekê vê yekê fe’m bikin. K’emal bi şuxulk’arîya xweva bernama t’irkên cahil berdewam dikir, meremê k’îjana ew bû, ku cime’ta ermenî bidine t’unekirinê. Dokûmêntek heye, ya ku dabûne xebatê û bin nivîsarêda h’eyştê mijdara sala 192O-î hatibû dîyarkirinê. Ew ji Enqerê gîhandibûn Qerebek’ir P’aşa, yê ku serk’arîya k’omên t’irkaye çeta dikir.Li wê dokûmêntêda hatibû nivîsarê,wekî Ermenîstan gerekê bihata t’unekirinê. Gilî derheqa wê yekêda bû, ku programa k’omkujîyê gerekê h’etanî dawîyê bihata mîyaserkirinê. Ev bû meremê k’emalîsta û ev meriv wextê ku derbazî serk’arîkirinê bûn, dîrok fe’ş kirin,- R’ûbên Safrastyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button