H’emû nûçeSereke

E’lametîya wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der nekaribûna wî welatî dide k’ifşê: Nag’dalyan

Girêdayî bîranîna sedsalîya peymana Sêvrêr’a, e’lametîya wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der careke mayîn dide k’ifşê,wekî nekarebûna wî welatî t’evî paşer’oja wî welatî r’û bi r’û dide sekinandinê. Fikira wî cûr’eyî k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê e’lam kirîye,wextê ku ewê e’lametîya wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der şirove kirîye. Diha pêşda wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der e’lam kiribû,wekî we’de hatîye ku seroketîya Ermenîstanê “ser h’işê xweda bê” û ji sîyasîya miletçîtîyêye agrêsîv paşda bisekine. Wezîreta T’irk’îyayê dabû dîyarkirinê,wekî cêr’ibandinên modêrnîzasîyakirina peymana Sêvrê provokasîya Ermenîstanêye bi sirêye. “Peymana Sêvrê ya aşîtîyê bûye, heye û wê çawa bûyara dîrokî bimîne, k’îjanê nikarin yan biguhêr’in, yan jî r’esîtkin. Tiştê e’cêvmayînêye, wekî h’ukumata T’irk’îyayêye niha, ya ku mecalê ji detê xwe bernade, ku qîmetê bide mîrat’a osmanîya, cabeke wî cûr’eîye hêrs derheqa bîranîna peymana Sêvrêda dide”,-Nag’dalyanê gotîye. Bi gotina wê, T’irk’îya naxweze t’evî paşer’oja xwe r’û bi r’û bisekine û bangî yên mayîn dike “dewsa dijminatîyê ji dîrokê dersa hildin”,- û dîsa k’omkujîya Ermenî r’astdar dike û sîyasîya gefxwerinêye hindava cime’ta ermenîda berdewam dike. Bi gotina k’atiba pirêssyaê Anna Nag’dalyanê, gavên T’irk’îyayêye t’evlîhevkirina aşîtî û bêqezîyabûna r’êgîyonê, t’abîya wêye agrêsîve hindava Ermenîstanê û dewletên cînar, beşeke sîyasîya h’ukumata T’irk’îyayêye nihaye.Nag’dalyanê daye dîyarkirinê,wekî lênihêr’andina sîyasî û karebûna T’irk’îyayêye r’û bi r’û sekinandina t’evî paşer’oja xwe, wê r’ê bona aşîtîya cime’tên li herêmê r’astke. Em bîr bînin,wekî peymana Sêvrê sala 192O-î dehê t’ebaxê hatîye îmzekirinê.Anegorî peymana Sêvrê, T’irk’îya Ermenîstanê çawa welatê aza û serbest nas dike. T’irk’îya û Ermenîstan qayîl bibûn ku r’aberkirina sînorên di navbera herdu dewletada yên li Erzurumê, Trabzonê,Wanê û Bît’lîsê li ser qirara Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bihêlin û wê yekê piştî qirara ŞAY qebûlkin, usa jî pêşnîyarên mayîn, anegorî k’îjana r’îya Ermenîstanê gerekê berbi beh’ra R’eş hebûya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button