SerekeSîyasî

Vîyan Sebrî: Hewlêr û Bexda nêzîkî hevr’aqayîlbûna pirsên derheqa neftê, byûcêyê û mi’aşê bûne

Sedira frak’sîya partîya K’urdistanêye Dêmokratîke nava parlamênta Îraqêda, Vîyan Sebrîyê e’lam kirîye,wekî Hewlêr û Bexda nêzîkî hevr’aqayîlbûna pirsên neftê, byûcêyê û mi’aşê bûne. Ewê gotîye, wekî t’abîyên herdu alîya nêzîkî xala t’omerî dibin û bona herdu alîya jî r’êke başqe xêncî p’evk’etinê t’une. “H’ukumata Herêma K’urdistanê qirar kirîye, r’ojê 25O-î h’ezar bermîl neft bide h’ukumata Bexdayê. Bexda jî sirîya xweda wê p’ara byûcêya K’urdistanê bide. Feqet, Bexda hela hê byûcêya t’am neşandîye ya ku p’ara K’urdistanêye”,- ewê gotîye. “Çimkî qanûna derheqa byûcêyêda têr’a tê dîtinê anegorî konstîtûsîyayê bê sazkirinê”,-Vîyan Sebrîyê e’lam kirîye û serda zêde kirîye,wekî we’dê şuxulk’arîya vê qayîlnivîsarê wê çend meha bik’işîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button