H’emû nûçe

Lîstikên navnet’ewîye leşkerî-2O2O: leşkerên ermenî çûne R’ûsîyayê û Bêlar’ûsê

Qulixçîyên leşkerîye ermenî çûne R’ûsîyayê û Bêlar’ûsê, li k’îderê ewê t’evî lîstikên navnet’ewîye leşkerî bibin.Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê gotîye.Eva cara şeşaye, ku ew lecên navnet’ewî tên derbazkirinê.Lîstikê 23-ê meha t’ebaxê t’evî forûma “Esker- 2O2O” destpêbin û wê pêncê îlonê ser hevda bên.Wezîrê R’ûsîyayêyî p’arastinê Sêrgêy Şoygû pêşda gotibû,wekî îsal 9O welat hatine t’eglîfkirinê, nava wandane usa jî welatên endamên NATO-ê. Hîvîyêne,wekî 25O-î k’omê bên, bi t’omerî hildayî pênc h’ezar meriv.Çi ku derheqa k’oma ermenîdane, k’omên mexsûs, r’adîyasîyon, p’arastina bîyolocî, qulixçîyên polîsîya leşkerî û yên mayîn wê t’evî lecêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button