Sereke

R’êç’a kal-baên Lavrovê ermenî li Lor’îyê

Li h’ewşa dêra gundê qeza Lor’îyêyî Ardvîyê meg’berê êla K’alant’aryanane.Derheqa e’silê wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrove ermenîda, pirêssyayêda gelek hatîye nivîsarê û Lavrov bi xwe ew me’lûmetî înk’ar nekirine, lê careke jî ew yek îzbat kirîye. Anegorî me’lûmetîyên pirêssayê, kal-bavên wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der wek’îlên êla K’alant’aryanên T’ifîlîsîyêne. R’êç’a wana ji qeza Lor’îyê destpê dibe. Tiştekî ber ç’e’vaye,wekî sedsalên 18-19-da Lor’î bi p’êwendîyên k’ir’în- frotanê û çandî, T’iflîsêva girêdayî bûn. Gelek cahilên ku bona p’erwerdebûnê diçûne T’iflîsê, îdî paşda venediger’îyane gundên xwe. Bi vî cûr’eyî ç’iqleke malbeta K’alant’aryana jî cîguhastî T’iflîsê bûye, lê yên mayîn li Lor’îyê mane.K’alant’rayanên li Lor’îyê qebîleke t’or’ina bûye. Meg’berên wane li Lor’îyê li h’ewşa dêra Yûh’ennayê Pîroz in.

R’êberê Ozûnêyî r’uh’anî Vrt’anês Bag’alyan r’êberîya k’oma r’ojne’mevana kirîye, birîye h’ewşa dêrê.Ewî gotîye wekî meg’berên li wir, yên K’alant’aryanane û wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der jî ji wê malbetêye. Li h’ewşê dêrê meg’berên hersê birayên K’alant’aryan, Mêlîk’, Yêgor û K’alant’arin. Ew hêna salên împêrtorîya r’ûsî piştgirî dane malbetên k’esîbe li Lor’îyê.

Mêlîk’ K’alant’aryan sala 19O2-a dêra Ardvîyê daçêkirîye, li wir darên hurmîya nikandine û dor-berê li wir girtîye.Dergehê dêrê h’etanî r’oja îroyîn jî hema bi wî dergehî tê girtinê, yê ku ji alîê Mêlîk’ K’alant’aryanda hatîye danînê.

Wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên derî niha, Sêrgêy Savrov sala 195O-î, 21-ê adarê li T’iflîsîyê dayîk bûye.Anegorî me’lûmetîyên pirêsyaê, bavê Lavrov ermeîyê T’iflîsîyê bû, paşnavê k’îjanî K’alant’aryan bû. Paşê kur’ê wan paşnavê dayîka xwe Kalêrîya Lavrovavayê hildide ser xwe. Sala 2OO5-a, 17-ê sibatê, dema ku Lavrov li Ermenîstanê r’astî xwendik’arên ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye Slavonîyê dihat, xwendik’arekî pirs dabû wî, ku gelo e’islê wîyî ermenî dijwarîya bo wî pêşda nayne? “K’oka min ji T’iflîsîyêye, çimkî bavê min jî ji wire, lê tamarê minda xwîna ermenîye”,- Lavrov gotibû. Sêrgêy Lavrov sala 2OO4-da qulixa wezîrê R’ûsîyayên k’arên derdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button