H’emû nûçeSereke

Banka Pêşdaçûyîna Asîyayê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê wê du mîlîon dolara bide Ermenîstanê

Banka Pêşdaçûyîna Asîyayê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê wê du mîlîon dolara bide Ermenîstanê.Ew p’ere wê bona laboratorîyayên dîyagnostîk û têstkirinê bêne xebitandinê.Ew mecal usa jî wê bona wan dem û dezgên doxtirîyê bêne xerckirinê, yên ku gelekî pêwîstin, bo ku karebûnên qenckirinê diha başbin. Serk’arê ofîsa banka Pêşdaçûyîna Asîyayêyî li Ermenîstanê Paolo Spantîgatî gotîye wekî meremê bankê ewe ku nava vî h’alê dijwarda piştgirîyê bidine Ermenîstanê. Ewî gotîye,wekî ewê t’evî h’ukumatê û hevalk’arên mayîn nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, hevk’arîyê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button