SerekeSîyasî

Partîya Dêmokrasîya gela hazirî e’lam kirîye, ku bona h’elkirina pirsgrêka k’urd berbi r’îskê her’e

Partîya Dêmokrasîya gela hazirî e’lam kirîye, ku bona h’elkirina pirsgirêka k’urd berbi r’îskê her’e û serda zêde kirîye,wekî wê bona wê yekê h’emû ce’dandina bide xebatê.Wextê civîna partîyayê, HDP-ê bangî h’emû partîyayên sîyasî, întêlêktûala û ulmdara kirîye, ku bona berjewandîyên h’elkirina pirsgirêka k’urd bixebitin û gotîye,wekî h’elkirina bi cûr’ê dêmokratîk pêr’a dighîje.Hatîye dîyarkirinê,wekî k’urd bi stratêcî, cêografî û sîyasî merk’eza R’ohilata Navîndanin û hatîye zêdekirinê, wekî k’urd k’ilîta h’elkirina h’emû pirsgirêkên li herêmêne.Usa jî hatîye dîyarkirinê, ku gerekê t’erka t’enêhiştina lîdêrê PKK-ê E’bdile Ocalan bidin û li ser h’îmê r’aporta komîtêya e’şaretîyên zêrandina, ya derheqa praktîka xweykirina girtîyaye t’enê li h’ebsa Îmralîyê. Komîtêya navnet’ewî, ya şer’k’arîya dijî zêrandina qewilên xweykirina girtîyaye li h’ebsên T’irk’îyayê û nêzîkbûnên xebatk’arên polîsîyayê berk’ r’exne dike. “Em gerekê pirsgirêka k’urd gotûbêj bikin, nava wêda usa jî de’wek’arîya aşîtîyê û çawa ew yek wê k’arê bide T’irk’îyayê, usa jî çawa şer’ zyanê dide welêt”,-wek’îlê HDP-ê Mêral Bêşt’aş gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button