SerekeSîyasî

Admînîstrasîya T’ramp’ li piş kirinên T’irk’îyayêye li Îraqê sekinîye

Me’nîke sereke, ya zêdebûna kirinên T’irk’îyayêye li Îraqê û usa jî li r’êgîyonê ewe, wekî h’ukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hindava Enqerêda li ser t’abîya wî cûr’eîye.Derheqa wê yekêda Al-Monîtorê nivîsîye. Leşkerên t’irka opêrasîyonên hewê û li ser e’rdêye li Îraqê nava van mehên dawîda, bi me’nîya opêrasîyonên dijî PKK-ê, zêde kirine.Kovara amêrîkî nava nivîsarên xweye derheqa opêrasîyonên t’irkaye li Herêma K’urdistanê, t’abîya admînîstrasîya T’ramp’ anîye ber ç’e’va. Kovarê nivîsîye,wekî t’abîya T’ramp’ alî T’irk’îyayê kir, ku ew kirinên xweye li herêmê bide berfirekirinê, bi t’aybetî li Îraqê,Sûrîyayê û Lîbîyayê. “Opêrasîyona leşkerîye wî cûr’eyî wê ji T’irk’îyayê der h’etanî wî çaxî berdewambe, h’etanî ku Êrdog’an t’evî miletçîyên welatê xwe nava t’ifaqêdabe û tê k’ifşê,wekî ew naxweze t’evî k’urdên li T’irk’îyayê aşîtîyê qebûlke”,-kovarê nivîsîye.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî bi fikira k’urda û e’reba, opêrasîyonên t’irkaye dijî k’urda bona wê yekêne, ku herêma k’urdaye li Îraqê bidine ze’yîfkirinê, lê e’reb jî h’esab dikin,wekî T’irk’îya dice’dîne hinek neh’îya, yên mînanî K’irkûkê û Mûsilê hilde bin kontrola xwe bona ku T’irk’îya h’ukumê xweyî li herêmê bide zêdekirinê. Lazime bidine dîyarkirinê,wekî leşkerên amêrîkî û nevsên wane sîyasî, van axirîya piştgirîyê didin êrîşên t’irkaye li ser têrîtorîya Îraqê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button