SerekeSîyasî

Li E’frînê ç’ekdarên t’irka 16 binelîyên e’dil r’evandine

T’eşkîleta Sûrîyayêye mafp’arêz e’lam kirîye,wekî k’omên piştgirên t’irka, li E’frînê 16 binelîyên e’dil r’evandine. T’eşkîletê îzbat kirîye,wekî k’irêkirîyên t’irka r’evandina binelîyên e’dil li kantona E’frînê berdewam dikin û paşê ji malbetên wan bona azaberdanê p’era dixwezin.Nava dorana wê yekêda, k’omên girêdayî eskerên t’irkar’a, 12 meriv ji gundê E’reb Şêxo r’evandine.Navên pênc meriva e’yanin, lê navên yên mayîn e’yan nînin.Anegorî kanîyên înformasîyone cî, k’irêkirîyên t’irka de’wa ji 3OO-î h’etanî 5OO lîrayên t’irka bona her merivekî kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button