SerekeSîyasî

Eskerên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê ji baza nêzîkî Bexdayê derk’evin û cîguhastî li Hewlêrêbin

Îraq û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî p’evk’etine, ku eskerên amêrîkîye li baza Êt-T’acîyê cîguhastî li Hewlêrêkin. Anegorî wê înformasîyona têlêvîzîyona Al Hadath-ê, eskerên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê bi t’emamî ji bazayê derk’evin. Wezîrê Îraqêyî k’arên der Fûad H’usêyn gotîye,wekî cîguhastina hêzên koalîsîyona navnet’ewî wê anegorî qayîlnivîsara dualî bê mîyaserkirinê. Bexdayê û Waşîngtonê pêşda komîsîya mexsûs hazir kiribûn, bona gotûbêjkirina mêxanîzmên cîguhastinê.Wextê hevdîtina serokê ŞAY Donald T’ramp’ û serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimîye li Qesira Sipî, T’ramp’ gotîye wekî ŞAY bêsebir hîvîya wê r’ojêye ku eskerê wan wê k’engê ji Îraqê derk’eve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button