Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ji 5O-yî zêdetir têxnîka leşkerî ji Îraqê cîguhastî bazayên xweye li provînsîya Sûrîyayêye Hesekê kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî r’ojekê pêşda têxnîka amêrîkî sînorê Îraqêr’a derbazî Sûrîyayê bûye. Portala Al Mazdarê daye dîyarkirinê,wekî nava t’eşkîla wê cêrgêda bûne têxnîka zirih’kirî, tank, avtomaşînên barbir û sîstêrnên bi ardûva barkirî.Hatîye bîranînê,wekî nava mehên dawîda bona hazirîya leşkerên xweye li Sûrîyayê, Ştatên Yekbûyî bi h’ezara avtomaşînên barbir û usa jî yên bi leşkerava, sîlih’a û têxnîkayêva cîguhastî Hesekê kirîye.
Gotarên eynî
Serok Barzanî: pêdivî ye hilbijartinên parlamana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf bên kirin
18.09.2024, 17:20
Daxuyanîya Êrdogan ya der barê ketina Îsrayêlê de îfadeya dîplomasîyeke bi deng e:tirkzan
18.09.2024, 16:25
Herwiha kontr’ol bike
Close