H’emû nûçeSereke
“Esker- 2O2O”: R’ûsîyayê qayîlnivîsar t’evî Ermenîstanê, Îranê, Abxazîyayê û Afrîka Navîn îmze kirîye

Nava doranên h’emcivîna leşkerî-têxnîkîye navnet’ewî, ya bi navê “Esker 2O2O”, wezîrê R’ûsîyayêyî p’arastinê Sêrgêy Şoygû t’evî çar r’asthatinên dualî bûye, yên t’evî wezîrên Abxazîyayê, Ermenîstanê, Îranê û Afrîka Navîn. Nava encamên r’asthatinada, qayîlnivîsarên ort’eh’ukumatîyêye derheqa hevk’arîya leşkerîda hatine îmzekirinê.Wezîrê R’ûsîyayê usa jî r’astî wek’îlên Çînistanê, Hindistanê û Marokoyê hatîye û pirsên derheqa hevk’arîya t’evî R’ûsîyayê gotûbêj kirine. Cîgirê serekwezîrê R’ûsîyayê Yûrî Borîsov serdirtîya civînê kirîye,t’evî k’îjanê bûne wek’îlên 92 welata. Li wir usa jî nîşandayîna nimûnên t’êxnîka leşkerî derbaz bûye.