H’emû nûçeSereke

Bona çi hatîye qirarkirinê ku k’omên r’ezedilvana sazkin

Serk’arê merk’eza lêk’olînî, şêwirmendê serokê Arsaxêyî berê Tîgran Abrahamyan weşana Spûtnîk Armênîyayêda derheqa înîsîyatîva wezîreta Ermenîstanêye p’arastinêda, ya bona sazkirina k’omên r’ezedilvanaye li Yêrêvanê xeberdaye.Bi fikira Tîgran Abrahamyan ew înîsîyatîva we’dedane, meriv dikare bêje wekî derengîk’etîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî pr’ojeyê gerekê hê dîsa hazirkin, û bona wê yekê wezîretê r’aberî gotûbêjkirina civakê kirîye û ew yek girînge wekî dorana berfire t’evî wan gotûbêjkirina bibe. Bi fikira Abrahamyan ev înîsîyatîva r’ûê h’alê leşkerî-sîyasîda pêşda hatîye, çimkî ew h’al niha li vê herêmêye û her dem nava h’alê usada û h’alên cûr’e-cûr’eda we’de tê ku pêwîstî pêşda tê, ku piştgirîyê bidine eskerê r’êgûlyar. Abrahamyan gotîye,wekî vê modêlê gerekê gotûbêj bikin û li ser bixebitin, ya ku wê mecalê bide ne t’enê wextê opêrasîyonên leşkerîye berfire, lê wextê ku h’al sert dibe, k’omên wî cûr’eîye mobîl nava qewilên mobîlîzasîyayêda bikaribin li ser sînorbin, heger pêwîstî hebe. Bi qîmetkirina Tîgran Abrahamyan, înîsîyatîva wezîreta p’arastinê wê mecalê bide nava we’dê kurtda k’omên wî cûr’eîye hazir sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button