SerekeSîyasî

DAÎŞ-ê dîsa êrîş birîye li ser eskerê îraqî

Êvara 24-ê t’ebaxê ç’ekdarên DAÎŞ-ê li provînsîya Dîyalê êrîş birine li ser t’abîyên eskerên îraqî û sê leşker kuştine. Ofîsêrê ce’sûsîya polîsîya Dîyalê gotîye “BasNews”-ê wekî têr’orîsta du cara êrîş kirine. Bi gotina ofîsêr, du leşker wextê p’evçûyînên sîlih’kirîye e’wlin hatine kuştinê, lê wextê êrîşa duem, leşkerek jî hatîye kuştinê.Serokê admînîstrasîya cî, yê neh’îya Sadîyê gotîye,wekî ç’ekdarên DAÎŞ-ê çend r’okêtên “Katyûşa” berdane li ser gundên neh’îyê, lê zyank’êş t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button