Dêlêgasîya YÛNÎSÊF-ê çûye Hesekê û dîna xwe cîda daye wê yekê ku çawa av dighîje binelîya, çimkî T’irk’îyayê li stansîya avdayînê av daye sekinandinê. K’etine nava t’eşkîla dêlêgasîyayê sedirê îdara malhebûna avê, wek’îlê YÛNÎSÊF-yî li Damişqê û wek’îlê ofîsa YÛNÎSÊF-ye li Qamişloyê.Dêlêgasîya ji alîyê şêwira Hesekêda û îdara r’êsûrsên avêda hatîye qebûlkirinê.Wextê seredanê, dêlêgsîyayê îzbat kirîye,wekî av ji stansîya avdayînêye “Allûk”-ê nagihîje Hesekê, nenihêr’î wê yekê, wekî seroketîya t’irka e’lam kirîye, ku xebata avdayînê hatîye dasekinandinê.Piştî êrîşa li neh’îyên Sûrîyayêye bakûr-r’ohilatê, ya nehê mijdara sala 2O19-a û okûpasîyakirina dor-bera, hêzên t’irka li stansîya avdayînêye “Allûk”-ê av dane sekinandinê, ya ku kanîya stendina avêye t’ek-t’enêye bona binelîyên cî.
Gotarên eynî
Ji alîyê Adirbêcanê ve ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya teşkîleta hevkarîya Îslamî, berovajîkirina dîrokê ye: fonda “Gexard”
23.04.2024, 19:25
Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan tundîya li dijî ermenîyên Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 18:30
Herwiha kontr’ol bike
Close