H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê wê k’oma r’ezedilvana sazbe:wezîreta p’arastinê pr’ojeyên qanûnê bona gotûbêjkirinê r’aberî civakê kirîye

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê pr’ojeyên qanûnê r’aberî civakê kirîye ku ew alîyê civakêda bê gotûbêjkirinê. Anegorî wan pr’ojeya, têr’a tê dîtinê li bajar’ê Yêrêvanê k’oma r’ezedilvana sazkin. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. “R’aberkirina pr’ojeya qanûnê, anegorî berjewandîyên h’emmiletîyêye û ew bona wê yekêye, ku heger agrêsîya hebe, li ser prînsîpa r’ezedilvanîyê bikaribin wê sîstêmê sazkin”,-Stêp’anyanê nivîsîye.Nava pr’ojeyêda hatîye dîyarkirinê,wekî t’evbûna her welatîkî Ermenîstanê bona p’arastina K’omara Ermenîstanê, bi ne t’emamî tê xebitandinê û ew bêyî koordînasîyakirine.Lêk’olîn didine k’ifşê,wekî carina giranîya opêrasîyonên leşkerî dikare cîguhastî nava k’ûraya welêt bibe û werguhêzî opêrasîyonên dîvêrsîyon bibe, yan jî k’omên dijmine sîlih’kirî derbazî li ser axa welêtbin.Bona berxudana wî cûr’eyî, bi meremê t’unekirina wana lazime bin serk’arîya t’evayîda k’oma t’omerî hebe, ya ku wê bikaribe wextê şêr’ bi guman axa welêt, binelîyên welêt, obyêktên girîng û sîstêmên cuda-cuda bip’arêze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button