SerekeSîyasî

Waşîngtonê r’asthatina Êrdog’ane t’evî lîdrên HAMAS-ê gunk’ar kirîye

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî qirara serokê T’irk’îyayê Êrdog’ane derheqa qebûlkirina du lîdêrên HAMAS-ye li Stembolê gunek’ar kirîye. Derheqa wê yekêda wek’îla dêpartamênta ŞAY-ye dewletê Morgan Ortagûsê gotîye. “Ştatên Yekbûyî û Yektîya Avropayê HAMAS-ê çawa t’eşkîleta têr’orîstî h’esab dikin û ew herdu merivên ku Êrdog’anê serok qebûl kirine, dik’evine nava navnîşên têr’orîstên global”,-Ortagûsê bîr anîye û daye dîyarkirinê,wekî ji wan meriva yekî diger’in, girêdayî t’evbûna wîye kirinên têr’orîstîr’a. “P’êwendîyên Êrdog’anê serok, yên hert’imîye girêdayî vê organîzeya têr’orîstîr’a, alî wê yekê dikin ku T’irk’îya ji civaka navnet’ewî biqete û zyanê didine berjewandîyên cime’ta Felestînê.Em girêdayî wê yekêr’a,wekî p’êwendîyên h’ukumata T’irk’îyayêye t’evî wê t’eşkîletê hene, ner’ih’etin, Eva îdî cara dudaye ku îsal Êrdog’anê serok seroketîya HAMAS-ê li T’irk’îyayê qebûl dike.R’asthatina e’wlin yekê sibatê derbaz bûye”,-Ortagûsê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button