H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare bik’eve nava k’oma welatên ku li ser h’îmê t’êk’nolocîyên dîcît’ale bilind tên serk’arîkirinê: Arşakyan

Bi fikira p’êşezanên Organîzeya Net’ewên Yekbûîye lêk’olîna, pêşdaçûyîna serk’arîkirina êlêktronî, Ermenîstanê zûtirekê bik’eve nava cêrga welatên ku bi dîcît’ala bilind tên serk’arîkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê pirêss-konfêransa 26-ê t’ebaxê, wezîrê Ermenîstanêyî t’êk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan gotîye. “Anegorî lêk’olînê, Ermenîstan k’etîye nava navnîşa welatên pêşk’eftina kapîtala merivatîyê. Bi fikira xudanên lêk’olînê, Ermenîstanê zûtirekê bik’eve nava cêrga welatên ku bi dîcît’ala bilind tên serk’arîkirinê”,- Arşakyan gotîye.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî anegorî feydayên lêk’olînê, himberî sala 2O18-a, Ermenîstanê îsal bi 19 xala cîyê xwe daye milahîmkirinê û ji cîyê 87-a derbazî cîyê 68-a bûye. Wezîr usa jî gotîye,wekî pr’ojeya stratêcîya dîcît’alkirina Ermenîstanêye salên 2O2O-2O25-a hatîye hazirkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button