SerekeSîyasî

Fransîya dighîje t’e’lîmên leşkerîye nava be’h’rêda

Girêdayî sertbûna h’alê p’êwendîyên di navbera T’irk’îyayê û Yûnanistanêr’a, Fransîya t’evî Îtalîyayê, Yûnanistanê û Qibrisê wê t’evî t’e’lîmên leşkerî bibe.H’alê sertî di navbera T’irk’îyayê û Yûnanistanêda piştî wê yekê zêde bû, wextê ku Enqerê gemîya xweye lêk’olînî şande li cîyê têrîtorîya be’h’rêye hevr’aqayîlnekirî. At’înayê ew yek çawa gaveke neqanûnî h’esab kir. Wezîra Fransîyayêye p’arastinê Florêns Par’lîyê nivîsîye,wekî ew cî dibe zona h’alê sert û gerekê mafê navnet’ewî bê qedirgirtinê. Bi gotina wê ji alîyê Fransîyayêda sê teyarên leşkerî û gemîke leşkerî wê t’evî t’e’lîma bibin.P’êwendîyên Fransîyayê û T’irk’îyayê van mehên dawî r’ûê kirinên Enqerêye nava NATO-da, Lîbîyayê û pirsa Yûnanistanêr’a sert bûne. Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron bangî Yektîya Avropayê kirîye ku piştgirîya Yûnanistanê û Qibrisê bikin. Almanîya dicêr’ibîne di navbera Enqerê û At’înayêda çava navçîgar pêşda bê.R’oja sêşemê wezîrên wan welataye k’arên der e’lam kirine,wekî ew dixwezin bi r’îya dîyalogê t’evî wezîrê Almanîyayêyî k’arên der Hayko Maas h’elkin. Feqet herdu alîya jî e’şaretî dane,wekî ewê mafên xweyî li herêmê pêşda bik’işînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button