SerekeSîyasî

Nîşangeha agrêsîya t’irkaye nû:Enqere be’ra Kaspîyê derbaz dibe

Piştî bink’etina Bek’ûyêye li Tavûşê, Enqere mecbûr bûye usa bike ku berdewama vî h’emû tiştî hebe. Ew t’enê bi Kavkazê û bi t’evlîhevbûna ji dewleta ermenî nayê sînorkirinê. Adirbêcan bona Enqerê r’îya derbazbûna berbi r’êgîyona Kaspîyê û Asîya Navîne. T’irk’îya îdî gavên e’wlin diavêje û dewleta ne t’irkîye t’ek-t’enêye li herêma Asîya Navîn, Tacîkistanê dike nîşangeh.Bêyî şikberî ev derba Enqerê bona Îranêye. T’irk’îya, bi bêdengîya Taşk’endê, dicêr’ibîne li Semerqandê û li dor-berên wê, sîyasîya h’ukumkirinê li ser te’cîkên li wir mîyaserke.Heger Enqere bi açixî wî cûr’eyî berdewamke, h’ukumê t’irka wê li r’êgîyonê bilindbe û sirîya xweda h’ukumê Îranê bide kêmkirinê. Bi wê yekêva t’evayî li r’êgîyona Kaspîyê kêmbûna r’ola Îranê wê bê k’ifşê. T’irk’îyayê Adirbêcan werguhêzî r’îya leşkerî-sîyasîye berbi Kaspîyê û Asîya Navîn kirîye. Derheqa e’şaretîya e’wlinda, Adirbêcanê hê zûva, ji sînorxweykirên qazax bihîstîye. Gelo Enqerêr’a wê li hev bê, ku pirsa herêma Asîya Navîn û pirsên di navbera miletada bide xebatê û berjewandîyên xwe pêşda bibe? Gelo R’ûsîya û Çînistan wê çawa dîna xwe bidine vê yekê û gelo wê têrîtorîya h’ukumê r’êgîyonal bidine T’irk’îyayê?

Zêdetir nîşan bide
Back to top button