H’emû nûçeSereke
Vak’sîna dijî koronavîrûsê, ya ji alîyê hevaltîya Moderna-da çêkirî, him li cem merivên yaşê xweda mezin û him li cem cahila bersiva baş daye

Vak’sîna dijî koronavîrûsê, ya ji alîyê hevaltîya Nûbar Afêyane Moderna-da çêkirî, him li cem merivên yaşê xweda mezin û him li cem cahila bersiva baş daye. Hevaltîyê r’agîhandîye, ku cêr’ibandinên e’wlin çi cûr’eyî derbaz bûne û ew yek çawa li ser organîzma yaşê xweda mezin h’ukum dike.Wextê analîzê hatîye lêk’olînkirinê, wekî sed mîkrogiram derman hatîye dayînê û li cem h’emûya jî bersivên pêşdahatî yek bûne. Nava dorana bernema çêkirina vak’sîna dijî koronavîrûsê, hevaltîya Moderna-ê bona lezêxistina çêkirina derman ji h’ukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nêzîkî mîlîyardek dolar stendîye.Bona dayîna derman, hevaltîyê qayîlnivîsara ji mîlîyardek nîv zêdetir dolar t’evî h’ukumata Ştatên Yekbûyî mor kirîye.