SerekeSîyasî

Li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî h’esab dikin,wekî Damişq gerekê opêrasîyonên şêr’ bide sekinandinê û li ber sivira hevr’axeberdana r’ûnî

H’ukumata Sûrîyayê gerekê bi r’îya şer’k’arîyê têrîtorîyayên nû ji k’omên opozîsîyon nestîne.Dewsa wê yekê gerekê dora sivira hevr’axeberdana r’ûnên. Fikira wî cûr’eyî wek’îlê ŞAY-yî alîyê pirsên Sûrîyayê Cêyms Cêfrî wextê qisa t’evî r’ojne’mevana, li fir’egeha Enqerê, gotîye. “Êtapa konflîkta Sûrîyayêye leşkerî gerekê ser hevda bê, r’êjîma Sûrîyayê gerekê têrîtorîyayên nû nestîne. R’êjîm gerekê paşda veger’e li ber sivira hevr’axeberdana û t’evî civaka navnet’ewî k’ar bike. Eva pirsa meye û em gerekê t’evî nevsên t’irkaye fermî wê yekê gotûbêj bikin”,-Cêfrî gotîye.Wek’îlê ŞAY usa jî gotîye,wekî T’irk’îya çawa jî hebe gerekê t’evî hevr’axeberdanên Sûrîyayê bibe. “Sûrîya bona cînarên xwe qezîya gêopolîtîkîye ji T’irk’îyayê destpêkirî.T’irk’îya gerekê t’evî hevr’axeberdanabe”,-Cêfrî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button