H’emû nûçeSereke

Hevr’axeberdan bona destanîna k’omeke nû, ya teyarên SU-3OSM derbaz dibin:Davît’ Tonoyan

Bona destanîna k’omeke nû, ya teyarên leşkerîye SU-3OSM hevr’axeberdan derbaz dibin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan wextê qisa t’evî r’adîyoa “Aza”-ê gotîye. “Usa jî bernama bona modêrnîzasyîakirina çar teyarên SU 25 hatîye morkirinê, ya ku bi sala mer’a li hev nehatîye mîyaserkin, lê ew yek niha bû r’astî”,- wezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî modêrnîzasîyakirina wan teyara wê li R’ûsîyayê bê mîyaserkirinê.Wezîr usa jî serda zêde kirîye,wekî sazbûna t’eşkîletên ermenîya-r’ûsaye şexsî jî, yên nava goveka senaya leşkerîda, wî r’uh’dar dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button