SerekeSîyasî

Yektîya Avropayê bona t’er’ibandina mafê mêriv T’irk’îya r’exne kirîye

Wek’îlê Yektîya Avropaêyî sîyasîya der e’lam kirîye,wekî Yektîya Avropayê girêdayî wefatbûna Ebrû T’îmt’îr’a xemgîne, ya ku h’iqûqzan bû, ya ku 238 r’oja k’etibû girava bir’çîbûnê. Ewê ew yek piştî girtina xwe destpê kiribû, çimkî sala 2O19-a ew girtibûn û ew bona wa gotî p’êwendîyên t’evî t’eşkîletên têr’orîstî cezayê girtinê dabûnê. Wek’îlê Yektîya Avropayê serda zêde kirîye ku eva îdî bûyara çaraye nava sala 2O2O-da, wextê ku li h’ebsên t’irka girtî nava encamên bir’çîbûnêda wefat dibin. Hatîye gotinê,wekî meh’kemên t’irka gerekê h’alê mafên mêrive li welêt bidine r’astkirinê, yê ku van axirîya gelek xirav bûye.Xêncî wê yekê wek’îlê avropî derheqa kêmasîyên sîstêma meh’kema t’irkada xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button