H’emû nûçeSereke

Hevk’arîya leşkerîye di navbera Yêrêvanê û Moskvayêda dijî welatê sisîya nîne: Mnasakanyan

Hevk’arîya leşkerî-t’êk’nîkîye di navbera Yêrêvanê û Moskvayêda dijî welatên sisîya nîne.Derheqa wê yekêda, wextê hevp’eyvîna t’evî “Întêrfak’s”-ê, wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan gotîye. “Ermenîstan cabdareke bêqezîyabûna r’êgîyonêye.Hevk’arîya meye leşkerî- t’êk’nîkî dijî welatê sisîya nîne”,-Mnasakanyan gotîye. Bi gotina wî, hevk’arîya Ermenîstanê û R’ûsîyayêye dualî ya nava goveka bêqezîyabûnêda li ser h’îmê berjewandîyên dualî, qayîlnivîsar û p’evk’etinên dualî tên çêkirinê. Mnasakanyan gotîye,wekî hevk’arîya ermenîya û r’ûsaye leşkerî balansa li r’êgîyonê t’evlîhev nake.Ev hevk’arî ya t’ifaqdarîyêye û nava vê yekêda sînorkirin t’unene. “Hevk’arîya Ermenîstanê û R’ûsîyayê li ser bingehên t’ifaqdarîyêye qewîn hatîye çêkirinê. Çi ku derheqa Adirbêcanêdane, ez bêjim,wekî Adirbêcan potênsîyala xweye leşkerî mezin dike û dicêr’ibîne ber cime’ta xwe, usa jî li ber civaka navnet’ewî bide k’ifşê,wekî qewata wêye mezin heye bona ku pirsgirêka Qerebag’ê bi r’îya leşkerî h’elke”,-Zohrab Mnasakanyan gotîye.Bi gotina wî, mezinkirina potnsîyala Adirbêcnêye leşkerî, bona h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êye bi r’ îya leşkerî tê kirinê û ew yek qezîyayê bona Ermenîstanê û Qerebag’ê r’aber dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button