SerekeSîyasî

Ji 2O-î zêdetir gundên k’urdaye li bakûrê K’irkûkê nava sê salada vala bûne

Nava sê salên dawîda binelîyên ji 2O-î zêdetir gundên k’urda r’ûê êrîşên DAÎŞ-da ji gundên xwe derk’etine.Wek’îlê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk, yê li neh’îya Dîbîsê gotîye BasNews -ê, wekî binelîyên k’urd diha zêde r’ûê neqewînbûnê û t’unebûna bêqezîyabûna li K’irkûkê zyanê dik’evin. Bi gotina Cewad Meh’med DAÎŞ wê mecalê dide xebatê,wekî eskerê Îraqê nikare bêqezîyabûnê ç’areserke û aza li wan gundên Dîbîsê cîwar dibe.Ewên ku li wir mane jî, r’astî êrîşên DAÎŞ-ê tên.Bi gotina wek’îlê partîyayê, binelîyên k’urde li provînsîya K’irkûkê usa jî r’astî êrîşên H’eşid Aş Şaabîyê û malbetên e’rebaye ji başûrê Îraqê tên, yên ku tên li wir û malhebûna k’urdaye gundîtîyê zeft dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button