Bi înîsîyatîva Anna Hakobanê jinên Arsaxê dersên h’evtr’oje, yên xwehazirkirina bona şer’k’arîyê derbaz bûne
Bi înîsîyatîva k’ulfeta serekwezîrê Ermenîstanê Anna Hakobiyanê ji 25-a h’etanî 31-ê t’ebaxê li p’areskerekî Arsaxê berevbûn derbaz bûye, t’evî k’îjanê bûne 15 jinên li Arsaxê. Meremê wan dersa ew bûye, ku nasîya xwe bidine jîyana leşkerî û zanebûnên leşkerî dest bînin. Nava h’evt r’ojada t’evbûên berevbûnê bi t’emamî bi jîyana leşkerîva mijûl bûne û li cîyên leşkera jî mane.Wî çaxî xwehazirkirinên cûr’e-cûr’e derbaz bûne, wextê k’îjana ofîsêrên eskerê p’arastinê ew hîn kirine. T’evbûên berevbûnê wextê xwehazirkirina agirkirinê, nasîya xwe dane t’ivinga Kalaşnîkove ot’omatîk , mêxanîzm û p’arç’ên wê, nasîya xwe dane dezgehên nîşangirîya şev û dîsa bi sîlih’ên cûr’e-cûr’e agir kirine.Wextê berevbûnê, ew li t’abîyên pêşin qesidîne, çûne p’êşengehên li wir, usa jî r’astî serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan hatine.