H’emû nûçeSereke

Gelo Ermenîstan û R’ûsîya wê bi r’îya Ştatên Yekbûyî û Îsrayêlê her’in?

Propaganda Adirbêcanê derheqa t’êma p’êwendîyên ermenîya-r’ûsada dibêje û wî alîda pirsgirêka di navbera Yêrêvanê û Moskvayêda dibîne. Hatîye dîyarkirinê,wekî ew yek bona Adirbêcanê dibe mecal.Em bêjin,wekî ew t’êma pêşîya şer’ên li Tavûşê jî hate pêşdak’işandinê.Wî çaxî azêrîya ew yek qîmet kirin û gotin, wekî pirsgirêkên p’êwendîyên ermenîya-r’ûsa gerekê boy berjewandîyên xwe bidine xebatê. Axavtina wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov, ya 21-ê nîsanê beşera azêrîya xweş kirin. Bi wê hêvîyê jî ew berbi provokasîya li Tavûşê çûn û bawarîya xwe li e’lametîya Lavrov neanîn, wekî nava goveka bêqezîyabûnêda heleqetîyên ermenîya-r’ûsa sixin û hevk’arî jî ya k’ûre.Bek’ûê usa jî daye dîyarkirinê, wekî giva Lavrov nava axavtina xweda alîyê ermenîya bona sertkirina h’alê li Tavûşê gunek’ar kirîye. Feqet Moskva dicêr’ibîne bink’etina Adirbêcanêye li Tavûşê bi dengê bilind belavke, lê ew yek nade k’ifşê, wekî pirsgirêkên ermenîya-r’ûsaye usa hene, yên ku dikarin nava goveka bêqezîyabûnêda valayê pêşda bînin. Cudatîya serk’eftina li Tavûşê ew bû, wekî li wir zêdebûna dereca sîstêma ermenîyaye bêqezîyabûnê hate k’ifşê. Berjewandîya R’ûsîyayê dixweze ku nava goveka bêqezîyabûnêda t’evî Ermenîstanê nava hevk’arîya sixdabe, bêyî hesabhildana wê yekê, ku nêzîkbûnên dualîye êkonomîkî-sîyasî wê çi cûr’eyîbin. P’êwendîyên ermenîya-r’ûsa wî alîda tê bêjî modêla amêrîkîya-îsrayêlîyaye. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî di navbera Waşîngtonê û T’êl-Avîvêda nava êtapên cudada dikarin pirsên hevr’aqayîlnebûyî hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button