SerekeSîyasî

Li nêzîkî fir’egeha Bexdayê sê r’okêt k’etine

Anegorî prêssa dewletê, r’oja yekşemê sê r’okêtên “Katyûşa” berdane berbi fir’egeha Bexdayêye navnet’ewî. Meriv zyanê nek’etine. Ajansa înformasîyon, ya dewleta Îraqêye “ÎNA”-ê nivîsîye, wekî r’okêtek k’etîye gar’aja fir’egehê û zyan gîhandîye çar avtomaşîna. Fir’egeha “Bexdayêye navnet’ewî û bazayên leşkerî, li k’îderê eskerên amêrîkî û hêzên koalîsîyonê cîwarbûyîne, van mehên dawî her dem tên êrîşkirinê.Waşîngton nava vê yekêda k’omên piştgirên Îranê gunek’ar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button