SerekeSîyasî

Dêlêgasîya K’urdistanê çûye Bexdayê bona gotûbêjkirina pirsên byûcêyê û neftê

H’eyştê îlonê dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanêye derecebilind çûye Bexdayê, bona ku hevr’axeberdanên girêdayî pirsên hevr’aqayîlnekirîr’a berdewamkin. Hevr’axeberdanên dêlêgasîyayêye bi serk’arîya cîgirê serekwezîr Qubad T’elebanî wê h’îmlî li ser pirsên byûcêyê û pirsên neftê berdewambin. Piştî seredana serekwezîrê Îraqêye li Waşîngtonê, eva hevdîtina dêlêgasîyayêye e’wline û li Waşîngtonê hîvî kiribûn,wekî bona hevr’aqayîlnebûnên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda h’elkirinê bibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button