SerekeSîyasî

Îraq: êrîşa nû ya li ser cêrga avtomaşînên koalîsîyonê

Êvara h’eyştê îlonê, r’ûê t’eqîna mînêda xebatk’arekî polîsîyayê hatîye kuştinê û dudu jî birîndar bûne, yên ku r’êberîya cêrga avtomaşînên koalîsîyona navnet’ewî dikirin. Nava e’lametîya qulixdarîya Îraqêye bêqezîyabûnêda hatîye gotinê, wekî avtomaşînên barbir matêrîyalên t’êk’nîkî cîguhastî dikirin.Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî çend merivên sîlih’kirî nêzîkî baza “T’acî”-yê êrîş birine li ser cêrga avtomaşîna. Li Îraqê bûyarên êrîşkirinê li ser hêzên ŞAY û koalîsîyonê zêde bûne. T’u k’omek vê cabdarîyê hilnade ser xwe, lê Waşîngton k’omên piştgirên Îranê gunek’ar dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button