H’emû nûçeSereke

Komîsîya parlamênta Ermenîstanê begemîya xwe da pr’ojeya qanûnê

Komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pirsên saxlemîxweykirinê û sosîyalî begemîya xwe daye pr’ojeya qanûnê, bi k’îjanê nava k’itêba qanûnên xebatêda guhar’tin tên kirinê.Anegorî pr’ojeyê wextê ku zar’ok ji dayîk dibe, nava 3O-î r’ojîda bavê zar’okê dikare pênc r’ojên xebatê neçe xebatê û dewsa wê yekê p’erê xwe bistîne. Heger pr’ojeya qanûnê bê qebûlkirinê, wî çaxî ewê ji yekê meha çileya sala 2O21-ê, qewatê bistîne. Bi xwendina e’wlin ew wextê civîna parlamêntê hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button