H’emû nûçeSereke

De’w û doza Qerebag’ê nikare bi r’îya qewatê bê h’elkirinê:baylozê R’ûsîyayêyî li Ermenîstanê

R’ûsîya h’ewask’are ku li r’êgîyonê aşîtî û qewînbûn îzbatbe.Derheqa wê yekêda baylozê R’ûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye. “T’evî welatên r’êgîyonêye mayîn, R’ûsîya diha gelekî h’ewask’are ku li r’êgîyonê aşîtî û qewînbûn îzbatbe, çimkî baza meye leşkerî û sînorxweykirên me li virin.Bona R’ûsîyayê Kavkaza Başûr cîyê lîstikên gêopolîtîkî nîne. Bo wê yekê jî em lîstikçîyên h’ewask’arin”,-bayloz gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî h’emû kirinên R’ûsîyayê li ser nêzîkbûna t’evaîye t’omerî tên h’îmdanînê. “Em h’esab dikin, wekî de’w û doza Qerebag’ê nikare bi r’îya qewatê bê h’elkirinê.Hevraxeberdan pêwîstin, aşîtî p’êwîste, û hema xût alî gerekê qirara qebûlkin, bi hevr’a p’evk’evin. R’ûsîyayê ji alîyê xweda h’emû tiştên pêwîst bike, bona ku qewilên anegor sazke”,- Kopîrkîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button