H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê t’evî Fêdêrasîya R’ûsîyayê, Çînistanê, Îranê, Pakîstanê û welatên mayîn t’evî t’e’lîmên leşkerî bibe

Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî li Fêdêrasîya R’ûsîyayê, t’evî R’ûsîyayê, Çînistanê, Bêlar’ûsê, Îranê, Mîanmayê, Pakîstanê û welatên mayîn wê t’evî t’e’lîmên leşkerîye “Kavkaz- 2O2O” bibe.Derheqa wê yekêda wek’îla wezîreta Ermenîstanêye p’arastinêye prêssayê Şûşan Stêp’anyanê gotîye. Wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê e’lam kirîye,wekî ewê t’evî t’e’lîmên li R’ûsîyayê nebe.Hindistanê jî r’ûê nexweşîya koronavîrûsêda t’evî t’e’lîma nebe. Şûşan Stêp’anyanê serda zêde kirîye,wekî cotmeha sala îsalinda, nava doranên Organîzeya Bêqezîyabûna Kolêktîvda li Ermenîstanê wê t’e’lîmên bi navên “Hevk’arî 2O2O” û “Ger’ 2O2O” derbazbin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button