Çend deh wek’îlên e’şîrên e’reba careke myîn êrîş birine li ser gundê provînsîya K’irkûkê P’alk’anê, ku binelîyên k’urde li wir ji wandera bidine derxistinê.Wek’îlê serk’arîya cî gotîye BasNews-ê, wekî ji 15O-î zêdetir mêrên e’reb k’etine gundê P’alkanê û gef xwerine ku wê zordarîyê mîyasekin, heger malbetên k’urda ji wan gund dernek’evin. Loqman H’usêyn gotîye,wekî xebatk’arên polîsîya fêdêral derheqa wê yekêda haj pê hebûne, lê nexwestine t’u gava biavêjin.H’usyn usa jî gotîye,wekî r’ezedilvanên şih’îyaye ji H’eşd Aş Şaabîyê, piştgirîya e’reba kirine. Loqman H’usêyn usa jî gotîye, wekî e’reb ji gund çûne, lê ew dikarin dîsa paşda veger’in.
Gotarên eynî
Ji 22 ê gulanê heta 22 ê tîrmehê dê pêşangehek ji bo 100 saliya Şarl Aznavur be vekirin
25.04.2024, 15:50
Di raportekê de wezîreta derve ya Amêrîkayê bûyerên binpêkirina mafên mirovan ji alîyê Adirbêcanê li dijî ermenîyan tomar kir
25.04.2024, 14:55
Herwiha kontr’ol bike
Close