SerekeSîyasî

Barzanî û baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîya ji alîyê Waşîngtonêda gotûbêj kirine

Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî dêlêgasîya amêrîkî bi serk’arîya baylozê Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî Mêt’yû T’ûllêr qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê, bayloz gotîye,wekî welatê wî K’urdistanê li herêmê çawa faktora girîng h’esab dike û dixebite piştgirîyê bide Hewlêrê û Bexdayê, ku ew pirsgirêka h’elkin. Dêlêgasîya amêrîkî usa jî derheqa piştgirîya hindava pêşmergada daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye wekî pêşmerge wextê şer’ê dijî DAÎŞ-ê r’oleke girîng lîstine. Xeberdan usa jî derheqa hilbijartinên li Îraqê û encamên koronavîrûsêye xirab, yên bona êkonomîka Îraqê û K’urdistanê, çûye. Barzanî derheqa piştgirîya Ştatên Yekbûyîda gotîye û r’azalixî e’lamî Waşîngtonê kirîye bona wê yekê, ku ŞAY derheqa r’ola Hewlêrêye nava prosêsa sîyasîda bi qîmetkirina bilindva pêşda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button