SerekeSîyasî

Komîsîya Yektîya Avropayêye sîvîl bona qebûlkirina dereca doktorîyêye ji alîyê t’irkada dayî, serokê meh’kema Avropayêye mafên mêriv r’exne kirîye

Komîsîya Yektîya Avropayê ji wê yekê hêrs k’etîye,wekî serokê meh’kema avropîye mafên mêriv ji dewleta T’irk’îyayê dereca doktorîyê stendîye, çimkî li T’irk’îyayê mafên mêriv bi massayî tê t’er’ibandinê. Komîsîyayê daye dîyarkirinê,wekî ew yek wî çaxî qewimîye, wextê ku organên şêwira Avropayêye cuda-cuda dane dîyarkirinê, wekî li T’irk’îyayê mafên mêriv r’astî gelek pirsgirêka tê. Komîsîya Vênêtîkê jî daye dîyarkirnê, wekî T’irk’îya wan prînsîpa dit’er’ibîne, li ser h’îmê k’îjana meh’kema Avropayêye mafên mêriv hatîye sazkirinê. Endamên komîsîyayê pirs dane, ku serokê meh’kema Avropayêye mafên mêriv gerekê pêşda piştgirîya k’ê bike, ya ewê ku dide xeydandinê, yan yê qurbanîyê? Bi stendina navê doktorîyê, serokê meh’kemê wî alî dibijêre, yê ku bona zêrandinên merivatîyê cabdare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button