SerekeSîyasî

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî girêdayî kirinên T’irk’îyayêye li be’h’ra Sipîr’a, xemgînîya ewe e’lam kirîye

K’atibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî dewletê Mayk’ Pompêo girêdayî kirinên T’irk’îyayêr’a, yên li be’h’ra Sipî, wextê seredana xweye li Qibrisê, xemgînîya xwe daye dîyarkirinê. “Em gelekî ner’ih’etin, girêdayî kirinên T’irk’îyayêr’a, yên li be’h’ra Sipî, li wan têrîtorîya, k’îjana Qibris û Yûnanistan h’esab dikin çawa têrîtorîya xwe”,-Pompêo gotîye serokê Qibrisê Nîkos Anastasîadîs. Serokê Qibrisê jî sirîya xweda derheqa ner’ih’etîya xweda daye dîyarkirinê,wekî T’irk’îya gavên wî cûr’eyî diavêje û serda zêde kirîye,wekî pirsgirêk gerekê bi r’îya dîyalogê bê h’elkirinê. Ev pirsgirêk wî çaxî pêşda hat, wextê ku meha t’ebaxêda T’irk’îyayê cêr’iband li wê neh’îyê gazê biger’e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button