SerekeSîyasî

Li K’urdistanê çêkirina zyareta Lalişê careke mayîn hatîye destpêkirinê

Piştî navbir’îya h’evt meha, xebatên li ser çêkirina zyareta êzdîyaye Lalişê, careke mayîn destpê bûne.T’eşkîldarê pr’ojeyê Xalid Nermo wextê hevp’eyvîna t’evî BasNews-ê gotîye wekî çend p’êşezanên ji welatên der dîna xwe didine daçêkirina zyaretê, bona ku gumanbin, wekî cûr’ê zyaretêyî dîrokî bê xweykirinê. “Pr’oje hatibû sekinandinê, çimkî p’êşezan mecbûr bûne r’ûê nexweşîya koronavîrûsêda paşda veger’ine welatên xwe”,-Xalid Nermo gotîye. Daçêkirina zyareta Lalişê ji alîyê dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletê û h’ukumata Herêma K’urdistanêda tê fînansekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button