Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî 15-ê îlonê li Hewlêrê wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrt qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê, Barzanî derheqa kirinên organîzeyêye li Îaqê daye dîyarkirinê û bi guman gotîye, wekî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî dikare li welêt pirsgirêkên wê bide h’elkirinê. Xeberdan usa jî derheqa prosêsa sîyasîye li welêt û hevr’axeberdanên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda çûye, usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî wextê hevdîtinê sîstêma Îraqêye fêdêral, hilbijartinên zûtirekê, şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê û pirsên başqeye dualî hatine gotûbêjkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45